Duhê balefirên artêşa Tirkiyeyê di çarçoveyên êrîşên xwe yên bo deverên sînorî yên Kurdistanê de, bi tundî çend navçeyên ser bi herêma Biradostê bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê ragihandine duhê balefirên artêşa Tirkiyeyê bi tundî çend navçeyên ser bi herêm Biradostê bordiman kirine û di encama bordimanê de li Balakatê welatiyek şehîd bûye û welatiyeke din jî birîndar bûye.
Ev her du welatî birayên hevin û di nava bax û rezên xwe de bûne ku êrîşî ser wan hatiye kirin.
Hêjayê gotinê ye ku roja pêncşemê jî artêşa Tirkiyeyê du gundên qontarên Qendîlê bordiman kiribû û di encam de 4 welatiyên sivîl şehîd bibûn û 5 welatiyên din jî birîndar bibûn.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin