Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:46

Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya hevpeymanan civiya

behsa şerê dijî DIŞIê hate kirin
کوردستان TV
100%

Îro duşem Berbijêrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya hêzên hevpeymanan bi Serokatiya Fermandarê Fermandariya giştî tîma hevbeş ya Operasiyonên taybetî li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Grynkewich kir.

Di civînê de pêşhat û bûyerên heyî yên li deverê bi giştî û hemahengiya navbera hêzên Kurdistan û hevpeymanan hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî hevdem li gel behs kirina rol û bandora hemahengiyên navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan di şerê dijî terorîstên DIŞIê û bidest anîna destkeftin siyasî, tekezî li ser domandina hemahengiya pir alî di navbera hêzên Kurdistan û hevpeymanan de kir.

Di beşeke din ya vê civîna han de şanda hevpeymaniya cîhanî jî hevdem li gel pêşkêş kirina spasiyên xwe yên bo Kurdistanê jiber hemahengiya heyî, hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest.

Şanda mêwan ev yek diyar kir ku domandina hemahengiyê di navbera her du aliyan de vê roleke gelek girîng hebe bo parastina destkeftên heyî û pêşî girtin ji dubare serhildana terorîstan.

Derbarê vê mijarê de jî tekezî li ser bicîh kirina mekanîzma hemahengî di navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraq û hêzên hevpeymanan bo rûbirû bûna gefên terorîstan hate kirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.