Piştî di gera yekem de ti berbijêrê postê Serokatiya parlementoya Ewrûpayê nikarîbû piraniya dengan bidest bîne, lêbelê dig era dudiyan de, berbijêrê sosiyal demokratan piraniya dengdan bidest anî.
Di gera dudiyan ya hilbijartinên Serokê parlementoya Ewrûpayê de berbijêrê sosiyal demokrat David Maria Sassoli karî 345 dengan bidest bîne û bibe Serokê nû yê parlementoya Ewrûpayê.
Di nava parlementoya Ewrûpayê de 751 nuner hene û hilbijartinên giştî her 5 sal carek tên kirin lêbelê Serokê parlementoyê her du sal û nîv carek tê hilbijartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin