Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:46

Mesrûr Barzanî û nunerê Serokê Franseyê civiyan

Franse berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Îro berbijêrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybet yê Serokê Franseyê yê bo karûbarên Sûriyeyê François Sienimo û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê têde beşdar bû, behsa rewş û pêşhatên dawî yên deverê û têkiliyên dostane yên di navbera her du gelên Kurdistan û Franseyê de hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî, bi girîngî behsa piştîvanî û hevkariyên Franseyê yên bo Kurdistanê kir û balkêşande ser hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û prosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo çareser kirina kêşeyên helwastî.

Di beşeke din ya vê civînê de giftûgo li ser rewş û pêşhatên heyî yên li Sûriyeyê hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime di her çareseriyekê de mafên tevahiya pêkhateyan werin gerentîkirin û tevahiya hêzên nîştimanî di ava kirina pêşeroja welat de beşdar bin.

Di dawiya civînê de nunerê taybetî yê Serokê Franseyê François Sienimo hêviya serkeftinê di Serokatî kirina kabîneya nû de bo Mesrûr Barzanî xwest û tekez li ser domandin û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan kir û ragihand ku Franse li ser piştîvanî kirin û hevkarî kirina Kurdistanê bo pêşkeftina zêdetir berdewam dibe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.