Îro parlementoya Kurdistanê civîna xwe ya bo giftûgo kirin li ser çend proje qanûnan lidar xist.
Di destpêka civînê de parlementoya Kurdistanê bi tundî êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê mehkûm kir.
Parlementoya Kurdistanê herwiha kuştin û birîndar kirina xelkê sivîl û topbaran kirina cêyên sivîlan bi tundî mehkûm kir û daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir daku li gor pîwerdariyên xwe berevanî ji sînor û axa xwe bike.
Herwiha hat diyarkirin ku parlemen daxwaz ji hikûmeta Îraq û Tirkiyeyê kiriye daku qerebûya welatiyên medenî yên wan deveran yên ku jiber êrîşan zirarmend bûne bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin