Amerîka daxwaz ji Almanyayê dike leşkerên xwe bişîne Rojavayê

dibêje beriya niha Almanya bo xwe daxwaz kiriye leşker bişîne
کوردستان TV
100%

Nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey di daxuyaniyekê de daxwaz ji Almanyayê kir daku leşkerên xwe bişîne Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê.

James Jeffrey herwiha eşkere kir ku Almanya di şerê dijî DIŞIê de roleke gelek girîng lîstiye lêbelê li Sûriyeyê di warê leşkerî de weke pêwîst hevkar nebûye lewre em daxwaz ji Almanyayê dikin daku leşkerên xwe bişîne Bakûrê Sûriyeyê.

Jeffrey herwiha diyar kiriye ku beriya niha Almanya bo xwe ji Amerîkayê re gotiye ku dixwaze leşkerên xwe li Bakûrê Sûriyeyê bicîh bike û anî ziman ku niha ew dem hatiye û lazime Almanya leşkerên xwe liwir bicîh bike.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.