Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:46

Di encama teqîna bermîleke petrolê de welatiyek canê xwe ji dest da

welatiyek canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Soranê ragihand ku duhê êwarê di encama teqîna bermîleke petrolê di nava mala welatiyekê de, xudanê malê canê xwe ji dest daye.

Li gor gotinên peyamnêrê Kurdistantvê, bûyer duhê êwarê li sînorê dola Xaneqa ya ser bi devera Wertê qewmiye û di encama teqînê de, xudanê malê bi navê Ebdulwahêd Ehmed Şêxe canê xwe ji dest daye.

Herwiha hate zanîn ku zirarên mezin yên madî jî ber malê ketine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.