Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:05

Jiber zextên hêzên rejîmê du welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan

hêzên rejîmê dane pey wan û rastî bûyera tirafîkê hatine
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, du welatiyên Kurd yên ku hêzên ewlekarî yên rejîmê dabûn pey wan rastî bûyerekê hatine û canê xwe ji dest dane.

Jêder behsa vê yekê kirin ku navê  yek ji wan welatiyên ku canê xwe ji dest daye Hesen Resûlzadeye û nasnameya welatiyê din hîn jî nehatiye eşkerekirin.

Jêder diyar kirin ku bûyer li ser rêya navbera Sine û Seqizê de qewmiye û hêzên rejîmê xwestine ew her du welatî binçav bikin lêbelê her du welatî jî xwestine xwe rizgar bikin lê tirimbîla wan rastî bûyereke tirafîkê hatiye û di encam de canê xwe ji dest dane.He

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.