Leşkerên Tirk bi awayekî hovane bavê 4 zarokan qetil kir

tirimbîla leşkerî biser vî re qulbandine
کوردستان TV
100%

Leşkerên artêşa Tirk duhê şêniyek ji bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê bi awayekî hovane kuştin.

Nûçegihanê anhayê li ser zimanê xizmekî malbata Hîmo bi navê S.F ê ji bajarê Serêkaniyê ragihand ku cendermeyên artêşa Tirk şêniyê bi navê Semîr Fadil (34) ji şêniyên bajarê Serêkaniyê kuştine.

S.F diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk duhê şêniyê bi navê Semîr bi hovîtiyeke mezin kuştin. Cendirmayên  erebeyek leşkerî li Semîr qelibandine.

çavkanî destnîşan kir ku Semîr li gundê Deîme yê girêdayî herêma Qizil Tepe yê Bakurê Kurdistanê wek cotkarek dixebitî û bavê 4 zarokan e.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.