Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:16

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir

behsa rewşa giştî ya deverê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê John Wilkes kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê  James Thornton jî tê de amade bû, Balyozê Brîtanya xweşhaliya xwe bi wê guhertinên erênî yên heyî diyar kir.

Na hatî pêşhatên heyî yên di prosesa siyasiya Kurdistanê de û herwiha pêşdeçûnên heyî yên di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de cêyê hêvî û omîdê ne.

  Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe jî ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê diyar kir û balkişande ser daxwaza Brîtanyayê ya bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya bi girîng wesif kir û hêvî xwest ew peywendî berev pêşve biçin û hêviya serkeftinê jî bo Konsulusê nû yê Brîtanyayê xwest.

Rewşa siyasî û guhertinên li ser asta herêmî û navdewletî û herwiha giftûgokirina gefên terorîstên DIŞIê û metirsiyên dûbare derketina wan, mijareke dinê vê civînê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.