Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:05

Serokwezîr û Balyozê Rûsyayê civiyan

Serokwezîr spasiya wezîrê derve yê Rûsyeyê kir
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê Maksim Maksimov kir.

Di civînê de Maksim Maksimov peyama pîrozbayî ya wezîrê derve yê Rûsyeyê gehande Serokwezîrê Kurdistanê û hêviya serkeftinê bo kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û berfiretir bûna têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê xwest.

Balyozê Rûsyeyê herwiha amade bûna hêlbirênerên Rûsî bo kar kirin li Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya wezîrê derve yê Rûsyeyê kir û kêfxweşiya xwe ya li hember amade bûna hêlbirênerên Rûsî bo kar kirin li Kurdistanê diyar kir.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser girîngiya pir alî kirina abûriya Kurdistanê kir û anî ziman ku girîngî bi kertên pîşesazî û torîzimê jî didin daku abûriya Kurdistanê tenê ne xudan yek çavkaniya dahatê be.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.