Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:26

Serok Barzanî: Daxwazê ji hemû aliyan dikim pirsgirêkên xwe nehînin nav Kurdistanê

dibêje bila kes kêşeyên xwe neyêne nava axa Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî derbarê girtina tometbarên êrîşa li Hewlêrê de peyamek belav kir û ragihand: "Daxwazê ji hemû aliyan dikim, pirsgirêkên xwe nehînin nav Kurdistanê û nebin sedema zirargihandina bi xelkê Kurdistanê."

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de ku îro Şemî 20ê Tîrmeha 2019an belav kiriye, dibêje: "Piştî buyera terorîstiya roja Çarşemî 17-07-2019, ku li xwaringehekî Hewlêrê çêbû û dîplomatekî Tirkiyê û du hevwelatiyên sivîl ên Kurdistanê bûne qurbanî, bi kêfxweşî ve îro hêzên Asayiş û Dije-Terora Kurdistanê karîn encamderê serekî yê wê tawanê û hevkarekî wî desteser bikin."

Serok Barzanî destxweşiyê li dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê dike û dibêje: "Pir bi germî destxweşî li qehremanên Asayiş û Dije-Teror û hemû dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê dikim ku karîn di zûtirîn dem de tawanbaran desteser bikin û wek herdem îsbat kirin ku cihê baweriyê û şanaziyê ne."

Di beşeke din a peyama xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê dike,ku Kurdistan ti carî nabe pêgeha terorê û ti tawanbarek jî nikare ji destê dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê xilas bibe û jibo dilsozî û hevkariya li gel saziyên ewlehiyê, spasiya xelkê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî wiha dibêje: "Herwiha spas jibo hevwelatiyên xweştivî ku di vê heyamê de alîkar û piştevanê hêzên ewlehiyê bûn. Xelk û dezgehên ewlehiyê careke din îsbat kirin, Kurdistan ti carî nabe pêgeha terorê û ti tawanbarek jî ji çavê xelkê dilsozê Kurdistanê û eloyên dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê winda nabin."

Di dawiya payama xwe de, Serok Barzanî daxwazekê dike û radigihîne: "Her li vir daxwaz ji hemû aliyan dikim, pirsgirêkên xwe nehînin nav Kurdistanê û nebin sedema gihandina ziraran bi xelkê Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.