Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê ev 8 roje agir bi daristanên parêzgeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê ber bûye û heta niha jî berdewame.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku ev 8 roje agir bi daristanên Îlamê ber bûye û aliyên têkildar yên hikûmetê bo vemirandina agirê heta niha ti gavek neavêtine û şêniyên deverê bi derfetên xwe yên bertesik hewl bo vemirandina agirê didin.
Jêder anîn ziman ku beşeke gelek zêde ji daristanên Bolî ya li parêzgeha Îlamê yaku ji darên berû û kezvanan pêk hatiye şewitîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin