Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta wefata nivîskarê Kurd Ferîd Zamdar peyamek belav kir.
Şeva borî nivîskar û rojnamevanê Kurd Ferîd Zamdar ku di sala 1952 li Hewlêrê jidayik bibû, jiber nexweşiyê wefat kir.
Bi vê minasebeta han, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameka sersaxî belav kir û hevxemiya xwe bo malbata wî anî ziman.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Mamoste Ferîd Zamdar nivîskarekî bi helwest û niştimanperwer bû.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin