Fermandarekî mezin yê Amerîkayê serdana Rojavayê kir

gotiye erkê Amerîkayê parastina hevpeymanan e
کوردستان TV
100%

Duhê Fermandarê Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkayê general Kenneth McKenzie serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

McKenzie ji aliyê rayedarên PYD û HSDê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê McKenzie li gel Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanê civiya û di civînê de behsa rewşa deverê, şerê dijî terorîstên DIŞIê û êrîşên muhtemel yên Tirkiye û cîhadiyan bo ser Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ev serdana han di demekê deye ku duhê jî hemwext nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê James Jeffrey serdana Tirkiyeyê kiribû.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.