Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:23

Mike Pempeo: Em piştgîriya reformên kabîneya nû dikin

dibêje lazime hevkariyên bo hêzên pêşmerge bidomin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeka telefonî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Roja sêşemê 23/7/2019an Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê Mesrûr Barzanî kir. Di wê peywendiya telefonî da dubare pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.  Herwiha behsa peywendiya Hewlêr û Washingtonê kir.

Pompeo, amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka le piştevanî li hewlên çaksazî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Herweha Pompeo behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û got: "Amerîka hewl dide  herdu alî kêşeyan bi rêya diyaloga çareser bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzabî jî ji aliyl xwe va ji bilî supaskirina Wezîrê Derve yê Amerîkayê, tekez kir ku çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê, pêwîste bi awayeke be ku maf û erkên hemû alîyekê li ber çavan bihê girtin.  Herweha behsa giringîya berdewambûna alîkarîyan bo Hêza Pêşmerge hat kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.