Li gor raporteke dezgeheke mafên mirovan di nava 20 rojan de artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê herî kêm 300 welatiyên Kurd li Efrînê revandine.
Dezgeha mafên mirovan ya Efrînê, zilm û zextên artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê bo ser şêniyên Efrîn û derdorê zêdetir bûne û rojane zext li welatiyên Kurd tê kirin.
Dezgehê belav kiriye ku tenê di nava 20 rojan de artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê 300 welatiyên Kurd ji Efrîn û derdorê revandine.
Li gor raportê hinek ji wan welatiyan rastî eşkenceyeke gelek mezin hatine û cîhadî bo azad kirina revandiyan jî daxwaza pere ji kesûkarên wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin