Derket holê ku îstîxbarata dewleta Tirk MÎT, li dijî hin rêveber û fermandarên ku li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên nasîn û di şoreşa Rojava de pêşengtî kirine, amedekariyên sîwqestan dikin.
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî destkeftiyên şoreşa gel û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Siyasetmedarên ji Rojava yên ku li Ewrupayê faliyetên dîplomasiyê didin meşadin, ji wan re hatiye gotin ku, dewleta Tirk amedekariyê dike ku li dijî hin siyasetmedarên wan sîwqestan pêk bîne.
Di vê mijarê de ANHA’yê agahî ji hinek çavkaniyên di nava Rêveberiya Xweser de girtin. Li gorî van agahiyan, dewleta Tirk amedekariya sîwqestan li dijî hinek rêveber û fermandarên ku ji destpêka şoreşa Rojava ve di nava têkoşînê de ne, dike.
Çavkaniya pêbawer ya ku di nava Rêveberiya Xweser de agahî da, diyar kir ku hinek dostên wan ên Ewrupî ji wan re gotine, dewleta Tirk plan dike ku hinek siyasetmedar û fermandarên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji aliyê raya giştî ve jî tên nasîn, bi sîwqestan bikujin.
Çavkania mijara gotinê, destnîşan kir ku dema wan li Ewrupayê faliyetên dîplomasiyê didan meşandin, hinek dostên wan ev agahî dane wan. Çavkanî diyar kir ku li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji bo li herêmê sîwqestan bike, torên veşartî yên girêdayî MÎT’ê çêkiriye û wê yekeyên di nava wê torê de van sîwqestan pêk bînin.
Beriya niha jî hatibû îdeakirin, li pişt sîwqestên ku li dijî hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Omer Aluş, yek ji serwerê eşîra Afadile Beşîr Feysel El- Huweydî û serwerên hinek eşîran jî dewleta Tirk heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin