Di operasyona QSD‘ê de 20 çete hatin girtin

operasiyonên HSDê dijî şaneyên razayî yên DIŞIê didomin
کوردستان TV
100%

Di operasyoneke QSD‘ê li gundê Ebû Hemam ê Dêrazorê de e şaneyek veşartî ya DIŞI‘ê hatin girtin û rêjeyek çek hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya di malpera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatiye parvekirin de,  operasyona QSD‘ê ya li dijî şaneyên veşartî yên DIŞIê ya li gundê Ebû Hemam ê Dêrazorê saetên sibehê bi beşdarîbûna zêdeyî 600 şervanan dest pê kir. Hate gotin ku di encama operasyonê de 20 çeteyên DIŞI‘ê hatin girtin. Her wiha 8 topên RPG, 7 hezar û 500 guleyên klaşînkov, bombeyên destan, telefonên betel û yên destan ketin destê şervanan.

Hate ragihandin ku çeteyekî gule avêtin QSD‘ê û şer derket. Di encamê de çeteyê gule avêtin hat kuştin.

Li gorî malpera QSD‘ê ev şane ji êrîşên li ser bazara herîmî ya li gund ku di 7‘ê Tîrmehê de pêk hatibû û di encamê de 7 zarok bûne qurbanî, berpirsyar e.

anha

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.