Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 21:14

Serokê Herêmê li gel şandeke NY civiya

behsa serjimêriya giştî ya Îraqê kirin
سه‌رۆكی هه‌رێمی كوردستان و شاندێكی نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتووه‌كان
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî bi Serokatiya Berpirsê Sendoqa nîştecîhkirinê ya ser bi NY Loey Şebane kir.

Di civînê de şanda NY diyar kir ku armanc ji vê serdana han diyar kirina piştgîriya NY bo serjimêriya giştî ya li Îraqê û herwiha bo beşdarî kirin di ahengiya bîr anîna 50 saliya damezrandina ew saziya han û 25mîn konferansa cîhanî ya teybet bi nîşticîha ne.

Di berdewamiya civîna han de Serokê herêma Kurdistanê jî jiber çalakiyên saziya han destxweşiya vê saziyê kir û anî ziman ku lidarxistina serjimêriya giştî gelek girînge û lazime neyê bi siyasîkirin û di çarçoveya destûra Îraqê de were cîhbicîhkirin.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de bi awayekî kurt behsa pêşkeftinên heyî yên civakî li Kurdistanê de bi taybetî di warê malbet û wekheviyê kir.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.