Îro 36 sal bi ser prosesa reş ya komkujî kirina Kurdan re derbas dibe û ev prosesa han bi enfal kirina Barzaniyan hatibû binavkirin.
Beriya 36 salan rejîma dîktator ya Îraqê di çarçoveya planên xwe yên bo nehêştina Kurd û Kurdistaniyan dest bi komkujî û qir kirina Kurdistaniyan kir û di çarçoveya prosesa han de hêzên rejîma dîktator kempên Diyana, Qûştepe, Behirke û Herîrê dorpêç kirin û xelkê sivîl yê ku di nava wan kempan de bû, kom kirin û ber bi başûrê Îraqê ve birin û pişt re jî bi awayekî zindî binaxkirin û nava vê prosesê jî kirin enfal.
Di encama ev komkujiya han ya etnîkî de herî kêm 8 hezar jin, zarok û zilamên medenî yên Barzanî û Kurdên din hatin enfalkirin.
Prosesa enfalê yaku di destpêka sala 1980an de destpê kiribû demeke dirêj dom kir û di encama prosesa han ya komkujî de herî kêm 180 hezar Kurdistanî hatin şehîdkirin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin