Li gor jêderên taybetî ji bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata Îranê jineke çalakvana warên mafên jinan û zarokan girtine.
Jêder behsa vê yekê kirin ku beriya sê rojan hêzên îtlaata Îranê êrîşî ser mala jineka Kurd bi navê Perwîn Edvayî kirine û nav hatî binçav kirine û bi cêheke nediyar veguhastine.
Perwîn Edvayî di warê parastina mafên jin û zarokan de kar dike û heta niha jî çarenivîsa vê nediyare.
Weke tê zanîn beriya mehekê hêzên îtlaatê çalakvaneke din ya jîngehparêzî li bajarê Sineyê binçav kiribûn û heta niha jî çarenivîsa vê nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin