Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 23:40

Serokê herêma Kurdistanê li gel nunera NY li Îraqê civiya

dibêje bila NY rola xwe bilîze
کوردستان TV
100%

Îro li Dihukê beriya merasima bîranîna 5 saliya komkujiya êzidiyan, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel nunera Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.

Di civînê de Jeanine Hennis-Plasschaert behsa serdana xwe ya meydanî ya bo devera Şingalê û hûrdekariyên karesata ku bi ser êzidiyan de hatiye, kir.

Herwiha behsa aram kirina rewşa deverê û vegerandina awareyên êzidî bo deverên xwe kir.

Di civîna han de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ev yek anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo tedavî kirina birîna êzidiyan bitevger dike û anî ziman ku lazime bo avedan kirina Şingal û derdorê jî saziyên cîhanî weke NY rola xwe bilîzin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.