Sûriye dawî bi agirbestê anî

dibêje alîkariyên tirkiyeyê bo cîhadiyan didomin
کوردستان TV
100%

Îro çepemeniya fermî ya rejîma Sûriyeyê belav kir ku artêşa vê welatî dawî bi agirbesta li Îdlibê aniye.

Çapemeniya ser bi rejîma Sûriyeyê li ser zarê artêşa vê welatî belav kir ku îro sêşem dawî bi agirbesta li Îdlibê yaku di 1ê Tebaxê de hatibû ragihandin aniye.

Li gor heman jêderan, Tirkiye li gor peymana Soçî tev negeriyaye û alîkariyên xwe yên bo komên cîhadî yên li Idlibê domandine û ev komên cîhadî jî êrîşên xwe yên bo ser hêzên rejîmê domandine jiber vê yekê jî artêşa Sûriyeyê dawî bi agirbestê aniye.

Ji aliyeke din ve hin jêderên bêalî behsa vê yekê dikin ku her îro balefirên ser bi artêşa Sûriyeyê çend deverên ser bi Idlibê û Xan Şêxûnê bordiman kirine.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.