Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî beşdarî di ahengeke yekîtiya ciwanên Kurdistanê de kir û anî ziman ku ciwan sermayeya dahatû ya welat û nîştimanin.
Fazil Mîranî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa referandûma serxwebûnê kir û anî ziman ku referandûm xwesteka tevahiya gelê Kurdistanê bo û ev pêngaveke netewî û nîştimanî bû ku hate avêtin û niha tapo di destê Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê deye û kar li ser têkirin.
Mîranî behsa vê yekê kir ku PDK xemxorê doza netewî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê bûye û vê her wisa jî bimîne.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin