Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, di rapora xwe ya Tîrmeha 2019an de radigihand ku li Efrînê, 50 kes ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve û deverên ‘Mertala Firatê’ hatine kuştin û 130 kes jî hatine girtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê di rapora de dibêje ku di Tîrmeha borî de 50 kes li herêma Efrînê û deverên ‘Mertala Firatê’ hatine kuştin ku 6 ji wan zarok in û 4 kes jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin.
Herwiha tê ragihanin ku 130 kes ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, li Efrînê û deverên ‘Mertala Firatê’ hatine girtin û ji 20 kesan fidye li beramber berdana wan hatiye xwestin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dibêje di Tîrmeha bihorî de, 26 bûyerên teqînan li herêma Efrînê û deverên ‘Mertala Firatê’ çêbûne.
Di wan 26 bûyerên teqînan û di girtina ser malan de, 133 kes birîndar bûne, ku di nava wan de 19 zarok hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin