Li gor jêderên taybatî ji Rojavayê Kurdistanê duhê piştî topbaran kirina devera Şera ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê êrîşî gundên herêmê kirine lêbelê hêzên YPGê bersifeke dijwar dane wan û şereke dijwar di navbera YPG, artêşa Tirkiye û cîhadiyan de qewmiye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku êrîşa artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê hatiye pûçkirin jiber vê çendê jî Tirkiye bi kopter û balefiran dest bi bordiman kirina herêma Marenaz kiriye.
Weke tê zanîn danûstandinên navbera Tirkiye û Amerîkayê bo ava kirina navçeya aram didomin lêbelê duhê Erdogan gefa vê yekê kiribû ku vê di demeke nêz de artêşa Tirkiyeyê derbasî rojavayê Kurdistanê dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin