Erbil 38°C Thursday 20 Nov 06:47

Li Efrînê pîrejinekê ji ber îşkenceyên çeteyan jiyana xwe ji dest da

terorîstên îslamî yên ser bi Tirkiyeyê ev kuştine
کوردستان TV
100%

Jineke temenmezin ji ber îşkenceyê li ser destê çeteyên Cebhe El-Şemiyê yên girêdayî dagirekriya Tirkiyê li bajarê Efrînê piştî 12 rojan ji kuştina hevjînê wê, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên ji navenda Efrînê ku çeteyên Cebhe El-Şemiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 25`ê Tebaxa derbasbûyî bi ser mala welatiyê bi navê Mihyedîn Oso (78) û hevjîna wî Horiye Bekir a li taxa Eşrefiyê de girt.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan her du hevjîn girê dan û li wan xistin. Di encama wê de Mihyedîn Oso yekser hate kuştin.

Horiye Bekir(74) ji şêniyên gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera ji ber derbeyên ji rû û sîngê xwe de xwarin, xwînbûna hundirîn lê çêbû.

Heman çavkaniyan teqez kir ku Horiye piştî 12 rojan ji kuştina hevjînê wê, di encama îşkenceya ku lê hate kirin de jiyana xwe ji dest da.

Anha

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.