Erbil 38°C Thursday 20 Nov 09:30

Wezareta navxwe: Ev raportên han dûrin ji rasiyê

dibêje deriyên girtîgehên Kurdistanê vekirîne
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde bersifa raportên hin alî û derdoran li dor hebûna girtiyên Kerkûkê li Kurdistanê de kir.

Di daxuyaniya wezareta navxwe de hatiye diyarkirin ku ev demeke ku hin alî û derdor bi zanebûn û bi mebesta teşhîr kirina nav û pêgeha Kurdistan û dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê raportên sosret amade dikin ku zaniyariyên nerast belav dikin.

Ev raport û zaniyariyên han yên şaş ev demeke bi armanca dijatî kirina Kurdistanê tên belavkirin lêbelê tevahiya wan dûrin ji rastiyê û ti bingeheke wan ya rast û bawermend tuneye, jiber ku zaniyariyên han ji aliyê kesên nebawerpêkirî ve hatine dayîn.

Wezareta navxwe herwiha eşkere kiriye ku deriyên girtîgehên Kurdistanê bo tevahiya saziyên mafên mirovan  yên cîhanî û lokalî vekirîne û dikarin serdana girtîgehên Kurdistanê bikin daku bi çavê xwe bibînin ka li Kurdistanê girtiyên Kerkûkî hene an na?

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.