HRE: Li Ezaz û Mare 2 çete hatin kuştin

HRE dibêje vê çalakiyên wan li dijî çeteyan bidomin
کوردستان TV
100%

HRE‘yê ragihand ku wan li herêma Ezaz û Mare 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî encamên çalakiyên wan ên li herêmên Ezaz û Mareyê yên li dijî hêzên dagirker daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:  Di dîroka 5’ê Îlonê de hêzên me bi çalakiyekî sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kefer Kelbîn yê girêdayî herêma Ezazê kirin armanc. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Di dîroka 7‘ê Îlonê de hêzên me bi çalakiyekî sekvanî komeke çete li derdora bajarê Mare kirin armanc. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di dîroka 8’ê Îlonê de hêzên me bi çekên giran seyareyeke kar ku çeper ji bo çeteyan li gundê Kefer Kelbîn çêdikir kirin armanc. Di encamê de ew seyare derbe xwar û hat bê bandor kirin."

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.