Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê şoreşa Îlonê de weşand ku ev jînaveroka peyamê Serokwezîre;
Îro 58 sal biser destpêkirina şoreşa Îlonê yaku dirêjtirîn û mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bi Serkirdatiya Rêberê netewî yê Kurd Mistefa Barzaniyê Nemir derbas dibe.
Şoreşa mezin ya Îlonê ku 11ê Îlona 1961an destpêkir û seranserê Kurdistanê daye ber xwe û tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê di bin sîbana yek Serkirdatî de li dijî sitemkar rawestan û Kurdistan bibû penageheke aram bo tevahiya azadîxwazên Îraqê.
Em di demekê de şoreşa mezin û ew pêşmergeyên qehreman yên ku beşdariya şoreşê kirine bibîr tînin, buha û pirensîbên binirx yên şoreşê jî di bîra me dene, weke berxwedan, bihevre jiyan û yekgirtî bûna xelkê Kurdistanê, ku hertim cêyê serfirazî ne bo me û omîd dikin ku her tim bi zindî bimînin.
Xelkê Kurdistanê jî biheman canê tebayî û yekrêzî berevanî ji maf û destkeftên xwe bikin.
Silav li pêşmergeyên qehreman yên şoreşa mezin ya Îlonê
Serê rêzdarî bo şehîdên Kurdistanê
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
10 Îlona 2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin