Çeteyên dewleta Tirk rêveberê nexweşxaneya Cîhan Dr. Sebirî Henan revand û birin cihekî ne diyar. Li aliyekî din jî welatiyek sivîl ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji da.
Çavkaniyekî ji hundirê Efrînê ji ANHA‘yê re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker îro rêveberê nexweşxaneya Cîhan a bajarê Efrînê Dr. Sebirî Henan revandibû û birin cihekî ne diyar. Dr. Sebirî Henan 75 salî ye û ji navçeya Mabata ye.
Ji aliyeke din ve jî dîmenên eşkence kirin li ser leşê welatiyeke sivîl yaku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye qetilkirin diyare.
Cenazeyê Hemada îro gihişt malbatê û li gundê Belîlka yê Racoyê hate veşartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin