Erbil 38°C Thursday 20 Nov 09:17

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke ENKS kir

behsa pêşeroja gelê Kurd li sûriyeyê hate kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye kir ku ji Berpirsê Peywendiyên Encûmenê Kamîran Haco û Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye Îbrahîm Biro pêkhatibû.

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Sûriye û helwesta welatan li ser qirîza Sûriye û hevkêşeyên meydanî û siyasiyên niha ya li ser asta Sûriye û navçeyê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de balkêşandine ser helwesta aliyên Kurd yên Sûriye û di derbarê rewşa giştî ya Sûriye û paşaroja gelê Kurd li vê welatî û Serok Barzanî jî nêrîn û şîretên xwe ji bo şanda mêwan diyar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.