Cîhadî rê nadin xelk ji Îdlibê der bikeve

cîhadî rê nadin xelkê sivîl ji Îdlibê derkeve
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Sûriyeyê belav kir ku hêzên ser bi hikûmetê hevdem li gel domandina êrîşên xwe yên bo ser cîhadiyan li Îdlibê, kirîdorek vekiriye û navê vê kirîdorê jî kiriye kirîdora însanî.

Rejîma Sûriyeyê dibêje ev kirîdor bo derketina xelkê sivîl ji Îdlibê hatiye vekirin lêbelê cîhadiyên li Îdlibê rê nadin xelkê sivîl ji Îdlibê derkeve û berê xwe bide herêmên aram.

Li gor çepemeiya fermî ya Sûriyeyê, cîhadî li ser rêyan rawestane û êrîşî ser wan kesan dikin ku dixwazên ji Îdlibê derbikevin, jiber vê yekê jî xelk ji tirsa cîhadiyan nikare ji Îdlibê derbikeve.

Weke tê zanîn rêkeftina Astanayê ya Îdlibê nehatiye cîhbicîhkirin û hêzên rejîmê jî êrîşên xwe yên bo ser Îdlibê didomînin û Serokê Tirkiyeyê jî dibêje artêşa Tirkiyeyê û cîhadî li Îdlibê venakêşin û eger hêzên Sûrî êrîşî me bikin emê bersif bidin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.