Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Berhem Salih kir.
Di civînê de ku desteya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de amade bûn, giftûgo di derbarê pirsên girîngên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî pirsên bûdçeya giştî ya sala bê ya Iraqê û maddeya (140) û dariştina yasayan û gef û metirsiyên teror û tundiyê kirin.
Di civînê de tekez li ser girîngiya parastina yekrêziya aliyên Kurdistaniyan li Iraq û hêzên Iraqiyan û karê pêkveyî û yekdengiya li ser pirsên çarenûssazan û pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin