Talîbanê li başûrê Efxanistanê bi kamyoneke bombebarkirî êrîş li dar xist.
Di êrîşê de nexweşxaneyekê zarareke mezin dît û bi kêmî ve 15 kes hatin kuştin.
Karbidestên Efxan ji Reutersê re diyar dikin ku di êrîşa li Qalatê de 95 kes jî birîndar bûne.
Hikûmeta Efxan dide zanîn ku Talîbanê êrîş rastexwe biriye ser nexweşxaneyê.
Talîbanê berpirsiya êrîşê girt ser xwe û îdia kir ku wan êrîş biriye ser navenda leşkerî ya li nêzî nexweşxaneyê.
Danûstandinên aştiyê yên di navbera Amerîka û Talîbanê de hefteya borî jî dom kiribûn, lê li ser êrîşan, Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû wî danûstandin betal kirine.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin