Pentagon: Em berdewam dibin li ser şandina çekan bo HSDê

dibêje hevpeymanên me ne û em hevkariya wan dikin
کوردستان TV
100%

Karbidestekî Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ji rojnamevanan re diyar kir ku Washington piştgirîya çekan ya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) didomîne.

Li gor nûçeyeke dengê amerîkayê Dîrektorê Koma Têkoşîna Dijî Rêxistinên Tundrê Chris Maier da zanîn ku ew çek û maşîneyên amade ji HSD’ê re dişînin.

Tirkiye, HSD'ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, dijî xwe wek metirsiyekê dibîne û karbidestên wê dijî bakurê Sûrîyê gefan dixwin.

Maier got ku ew ser piştgiriya xwe baldar in û ew her meh lîsteyeke çek û maşîneyên wan dane HSD’ê didin Tirkiyê.

Washington û Enqerê di rojên borî de li ser herême ewla ya li bakurê Sûriyê danûstandin kiribûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê gotibû ku ger ew heta du hefteyan encameke erênî nebînin, ewê li gor xwe tevbigerin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.