Erbil 38°C Thursday 20 Nov 14:56

Serok Barzanî peyamek pêşkêş zanayên olî kir

dibêje rola zanayan gelek girîng bûye
کوردستان TV
100%

Îro Serok Barzanî bi minasebeta 49mîn salvegera damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî naveroka vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta çil û nehemîn salvegera damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û mamostayan û hemû zanayên mezinên ola Îslamî ya Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengavekî bi bandor bû ji bo yekxistin û pêşxistina rola mamostayên olî li şoreş û jiyana siyasî û civakiya xelkê û bi hêzkirina bingehên pêkvejiyan û xwedanasî ya li Kurdistanê. Mamostayên olî li hemû qonaxan da wê rola xwe gelek bi hêjayî dîtine û erk û keda wan cihê rêza hemû aliyeke.

Pêzanînên min heye ji bo helwest û rola mamostayên olî yên birêzê Kurdistanê li rûbirûbûna hizra tundî û her wiha palpiştîkirina doza rewaya gelê Kurdistanê û destxweşiyê li wan dikim.

Bi vê boneyê da hêviya serkeftinê ji bo hemû mamosta û zanayên mezinên ola Îslamî ya Kurdistanê re dixwazim û xwedayê mezin pişt û penaya me hemûyan bê.

Mesûd Barzanî

21.09.2019

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.