Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe bo “Roja Aştiyê ya Cîhanê” dibêje Herêma Kurdistanê pabendê parastin û pêşvebirina aşitiyê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi helkefta 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kir û têde pîrozbahî li li Hêzên Pêşmerge û kesên ku xwe ji bo nehiştina tundûtujiyê kirine qurbanî kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku Herêma Kurdistanê li cîhan û navçeyê girêdayî parastin û pêşvebirina aşitiyê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku, Hêzên Pêşmerge di şerê terorê de gelek qurbanî dane ji bona parastina aşitî û şikandina tundrewiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin