Yekemîm akademiya Hêzên Xweparastinê-Jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Amûdê hate vekirin û dewreya yekemîn a perwerdeyê hate destpêkirin.
Ji bo jinên ku bi dildarî beşdarî Hêzên Xweparastinê bûne, yekemîn akademiya perwerdeya leşkerî û bîrdozî bi merasîmekê li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo hate vekirin.
Şandeyek ji rêveberiya xweser ên herêmên Firat û Cizîrê, fermendarên Hêzên Xweparastinê, QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên civaka sivîl yên Amûde û Qamişlo, nûnerên hindek partiyên siyasî û malbetên şervanên tev li akademiyê bûne di merasîmê de amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Xweparastinê- Jin destpê kir, piştre şervanan li pêşiya beşdar sond xwarin.
Endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê axivî û got: "Vekirina akademiyê di dîroka têkoşîna jinê de gavek pîroz e. Her wiha ev gav di dema ku em banga aştiyê dikin ruxmî gefên li dijî herêmê, gavek girîng e. Em bi rêya wê tekez dikin ku em aştîxwaz in lê em amade ne li hember her gefekî li dijî ax û gelê me bisekinin."
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin