Îro Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkî kir û li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro 23ê Îlonê me pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkî a bi Serokatiya General Gregory Kreuder kir.
Di civînê de me behsa pêşhatên dawî yên Îraq û deverê bi taybetî hemahengiya bo rûbirû bûna gefên DIŞIê kir û tekez li ser hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî bo rûbirû bûna metirsî û gefên DIŞIê kir.
Derbarê têkiliyên heyî yên li gel hikûmeta fedral de jî me balkêşande ser giftûgoyên heyî yênbo çareser kirina tevahiya kêşeyan li ser esasê destûrê ku niha li ser çend astan didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin