Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya berpirsê nivîsîngeha hevmahengiya ewlekarî ya Amerîkayê ya li Îraqê general Gregory Kreuder kir.
Di civînê de behsa rewşa elwekarî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin û balkêşandine ser rewşa niha ya parêzgeha Kerkûk, deşta Nînowa, Şingal û derdorê û tekezî li ser parastina ewlekariya tevahiya Îraqê kirin.
Her di heman civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîkayê kir ku bo têk birina DIŞIê hevkariya hêzên pêşmerge û Kurdistanê kiriye û anî ziman ku lazime Amerîka beşdarî di prosesa dubare rêkxistina hêzên pêşmerge bike û hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge bidomîne.
Di beşeke din ya vê civînê de şanda Amerîkî rola hêzên pêşmerge bo têk birina terorîstan bi roleke girîng wesif kir û anî ziman ku hevkariyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin