Erbil 38°C Thursday 20 Nov 15:31

Îro rojeke dîrokiye bo gelê Kurdistanê

îro Kurdistanî biryar li ser çarenivîsa xwe dan
کوردستان TV
100%

Îro 25ê Îlonê rojeke dîrokiye bo Kurdistaniyan, di sala 2017an de di rojek weke îro de, Kurdistanî biryar li ser çarenivîsa xwe dan.

Roja 25ê Îlonê li Kurdistanê refrandumek bo man li gel Îraqê anjî ragihandina serxwebûnê hatekirin û piraniya Kurdistaniyan beşdariya dengdanê kir.

Di encam de zêdetir ji sedî 93ê Kurdistaniya daxwaza serxwebûnê kir.

Refrandum ku pêngaveke girînge bo serxwebûna Kurdistanê weke tapoyeke reş di destê xelkê Kurdistanê de maye.

Refrandum li ser daxwaza Serok Barzanî û bi biryara hevbeş ya part û aliyên siyasî ya Kurdistanê hate kirin.

Piştî Komara Kurdistanê ya li Mehabadê ev  yekem hewldana netewî ya Kurdistaniyan bo ragihandina serxwebûnê ye.

Biryare îro li seraserê Kurdistanê bi çalakiyên curbicur ev roja han were pîrozkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.