Erbil 38°C Thursday 20 Nov 15:28

Serokê Herêma Kurdistanê li gel alîkarê wezîrê gencîneya Amerîkî yê nehêştina çavkaniyên darayî yên terorê civiya

behsa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kirin
کوردستان TV
100%

Birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Harîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîkî yê Karubarê Nehiştina Paredarkirina Terorê, Marshall Billingslea civiyan.

Di civînê de behsa ji navbirin û nehiştina yekcariya DIŞIê û hizra terorîstî û tundiyê, tekez li ser pêwîstî û hişkkirina çavkaniyên darayî ya DIŞIê û rêgirîkirina tevahiya bizav û çalakiyên darayiya wan û metirsiya serhildana wan yê kirdarî û ji bo vê mebestê hevkarî û hemahengiya zêdetirê navdewletî bi pêwîst zanî.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan behsa peywendiyên Hewlêr û Bexda û derfeta kar û veberhênan û sermayeguzariya li Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo veberhênerên biyanî û pêşkêşkirina hêsankariyên li vî derbarî de, sîstema bankî û bankdarî li Iraq û Herêma Kurdistan û çawayiya pêşxistina û girêdana wan bi cîhanê re, hevkarî û hemahengiya banka navdewletî ya ji bo baştirkirina kerta aborî û bankdariya li Herêma Kurdistan û Iraqê, rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û kerta uzeya wan bi taybetî guftûgo kirin.

Li civînê de ku birêz Konsulusê Giştî yê Amerîka û şandekî li gel beşdar bûn, guftûgoya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî ya Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyan, bazirganiya li Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê, çend mijareke dinê guftûgoya her dû aliyan bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.