Erbil 38°C Thursday 20 Nov 15:31

Amerîka di warê pergala bankî de hevkariya herêma Kurdistanê dike

Amerîka di warê pêşde birina sîstema bankî de hevkariya Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîka bo Karûbarên Nehîştin û Pakirina Terorê Marshall Billingslea kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, Alîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîka amaje bi wê kir, Herêma Kurdistanê di geşekirineke berdewam de ye û Amerîka jî amade ye piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, bi taybet jî di warê rêkxistinkirin û girîngîpêdana bi sîstema bankî de.

Tekezî jî li girîngiya berdewambûna hevkarkirin û çaksazîkirina li hêzên Pêşmerge kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de, ku armanc ew e aboriya Herêma Kurdistanê bê ferehkirin û tenê pişt bi yek jêderê dahatê girê nede.

Derbarê proseya guftûgoya bi Hikûmeta Federalî de jî ronî kir, ku guftûgo li ser çend astan berdewam in û bi başî birêve diçin, bi hêviya bigihin rêkeftinekê ku mafê destûrî yên Herêma Kurdistanê parastî bin.

Tekez kir jî, ku divê wek herêmeke federal yan di destûrê de dan pê hatiye dan, serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.