Erbil 38°C Saturday 21 Jun 22:05

Cîhadiyên Tirkiyeyê dîsa bihev ketin

herî kêm 4 terorîstên cîhadî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan ji Efrînê, cîhadiyên Tirkiyeyê yên li bajarê Efrînê dîsa bihev ketine û di encama pevçûna navbera du komên cîhadî de herî kêm 4 terorîstên cîhadî hatine kuştin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku pevçûn duhê di navbera her du komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê Cebhet elislam û ceyiş elislam de der ketiye û di encama pevçûnê de ji her du koman 4 terorîstên cîhadî hatine kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku ev sêyemîn care li Efrînê di navbera cîhadiyên Tirkiyeyê de şer diqewme.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.