Erbil 38°C Thursday 20 Nov 19:21

Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên me bo tevahiya zanîngehan beredewam dibin

merasîm duhê êwarê hatibû organîzekirin
کوردستان TV
100%

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, merasîmek bo derçûyên salên derbasbûyî yên Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêr, hate organîzekirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û damezrênerê Zaningeha Kurdistan-Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî wê merasîmê  bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand ku Zanîngeha Kurdistanê nîşan daye ka derçûyên wê çiqas pêşketî û têr û tijî ne û ragihand, “Zanîngeha Kurdistanê di her warî de deriyê xizmetê vekiriye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku serkeftina ciwanan dê pêşengiya nifşên nû bike û diyar jî kir ku mirovayetî bi xebata li gel hev bi pêş ketiye û Zanîngeha kurdistanê jî ev yek îspat kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê di dewama  axaftina xwe de tekezî li ser wê yekî kir ku piştevanî û alîkariyên wan ên ji bo hemû zanîngehên li Kurdistanê dê berdewam bike.

Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê, sala 2006an de ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû damezrandin.

Armanca Nêçîrvan Barzanî ji avakirina wê zanîngehê ew bûye ku saziyeke perwerdeyî ava bike ku bikare di pêşxistina Herêma Kurdistanê de rol hebe.

Ji destpêka damezrandina zanîngehê ve hezar 100 xwendekaran li beşên cuda yên zanîngehê xwendina xwe qetandine.

Ji sedî 80ê yê derçûyan di sektora taybet, ji sedî 16 di dam û dezgehên hikûmî de kar dikin. Ji sedî 4ê derçûyan jî xwendina xwe ya bilind birêve dibin.

Zimanê xwendinê yê Zaningeha Kurdistanê bi Îngîlîzî ye. Zaningeha Kurdistanê beşên zanist û endezyarî, zanista civakî, kargêriya kar, pîzîşkî, peywendiyên navdewletî û herwiha beşên ji bo master û doktorayê li xwe digire.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.