Erbil 38°C Thursday 20 Nov 19:44

Wezîrê Dadê yê Kurdistanê li dadgehê gilî li Serokê parlementoya Iraqê kir

dibêje qanûna hilbijartina parêzgehan dijî destûrê ye
کوردستان TV
100%

Wezareta Dad ya Kurdistanê ragihand, Wezîrê Dadê, Firset Ehmed ji ber qanûna hilbijartinên parêzgehan li dadgeha federal ya Iraqê gilî li ser serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kiriye.

Wezareta Dad ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Wezîrê Dadê Firset Ehmed roja 24 Îlona îsal û bi rêka parêzerê xwe li dadgeha federal ya Iraqê gilî li serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wezîr ji ber qanûna hilbijartinên parêzgehan gilî kiriye û gotiye, qanûna niha ya hilbijartinên parêzgehan ya Iraqê li dijî Destûra Iraqê û pîvanên hilbijartinên giştî û demokrasiyê û mafên bingehîn e. Ji ber wê jî divê ew qanûn were betalkirin û qanûnek nû were derxistin.

Serokê parlementoya Îraqê qebûl nekiribû ku li parlementoyê dengdan li ser qanûna nû ya hilbijartinan were kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.