Erbil 38°C Saturday 21 Jun 20:08

Amerîka: Operasyona Tirkiyeyê vê berejwendiyên hevebş têk bibe

dibêje li dijî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ne
کوردستان TV
100%

Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku, her operasyoneke leşkerî ne koordînekirî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî bakur Sûriyê cihê fikaran e û dê berjewendiyên DYA‘yê yên  bi Tirkiyê re têk bibe.

Berdevkê Pentagon Sean Robertson di kongreyeke çapemeniyê de der barê gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Her operasyoneke ne koordînekirî ji aliyê Tirkiyê ve jêdera fikaran e û dê berjewendiyên me yên hevpar bi Tirkiyê re yên girêdayî ewlehiya bakurê rojhilatê Sûriyê têk bibe û dê misogeriya binkeftina dayîm a rêxistina DIŞIê qels bike.

Robertson teqez kir ku Pentagon niha giraniyê dide serkeftina "Mekenîzmeya ewlehiyê" ya girêdayî sînor û wekî rêbaza herî guncaw dibîne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.