Erbil 38°C Saturday 21 Jun 21:56

Li Efrînê 33 sivîl hatin revandin

zextên terorîstên îslamî li ser Kurdan didomin
کوردستان TV
100%

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 33 sivîl ji Efrînê revandin. Her wiha li bajêr di navbera komên çete de şer derket. 

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê ji ajansa ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk 25`ê Îlonê welatiyê bi navê Abdulhemîd Silêman, hevjîna wî Xalîde Silêman ji navenda bajarê Efrînê revandin. Her wiha 30`ê Îlonê welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Mamo yê ji gundê Cobana yê girêdayî navçeya Racoyê revandin.

Çavkaniyeke din got polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan bi ser malên şêniyên gundê Gurzêlê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê de girt û 30 kes revandin.

Ajansê hinek navên kesên revandî belav kir ku ev jî ewin: Cîhad Sibhî Nasir (45), Rêzan Hesen Nasir (35), Ehemed Wehîd Ebdo (80), Osman Hemo, Rêzan Hemo (35), Mihemed Yûsif Hemkiro (37), Yehiya Hemkiro (55), Zekeriya Yehiya (25), Bekir Henan Ewaş (65), Nûrî Şikrî Ewaş (60) û Ferhad Şêx Ebdo.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.